Bahoza Peyvên Selwa Gulî û Helgurd Qeharî
Derbarey havêtina
vê pêngava duwê di navbera du regezên jêk cuda da Selwa Gulî dibêjît:
Min dengê helbestvan Helgurd Qehar bi tinê bi rêka entirnêtê
guhdarî kir bû ,wek kes min nas ne dikir.
lê me gelek caran li ser Facebookê gengeşe li ser hozanê dikir û me biryar da ku
em tiştekê wesa çêkeyin ku xizmeta aşiq û evîndarên vî
welatî biket ,bi rêka belavkirina CD yekê.
Her di vî biwarî da Helgurd Qeharî
got:
Ev CD ye bi vî rengî karekê nûye bo min û paşan bo mamusta Selwa Gulî jî, çunku eve yekemîn berheme bi şêweyê diyalêktîkî
di hête tomarkirin û ez bawerim dê xizmeta edebiyat û xelkê deverê ket
bi taybet texa aşiqan, çunku ev helbeste hemû helbestên eşqê ne
.
Herwesa Selwa dibêjît:
Min ne bawere ku kiç hebin xizmeta edebyatê kirbît bi şêwazê
kak Helgurdî pê kirî
ku ew jî şêwazê
CD ez nizanim ka hene
yane?
Eve tiştekê nûye kiç û kurek pêkve helbestê bixwinin û xelk
guhdarî biket mebista me dengê mê û dengê
nêr di gel êk di helbestê da.
Herwesa berdewamiyê bi axiftna xwe didet û dibêjît:
Tu dizanî guhên me yên têr bûy ji take dengek
û hizrekê take kesî, ji ber wê çendê ku her honermendekê
sitaylek û mîtudeka taybet bi xo heye .
wekî ya xuyaye
ku Helgurd helbesta cemawerî dinvîsît û
Selwa Gulî helbesta nûxaz.
Ji bo pitir zengîn kirina raportê me viya dîtneka rexney li ser vî çendê
wergirîn û di vî biyavî
da Sebrî Silêvaney bi vê rengî got:
Cîhana helbestê ya cudaye
ji cîhanên dî, herwesa helbest bi
xwe jî wek regezekê edebî
yê cudaye ji hindek regezên dî wek, roman û çîrokê çunkî ewan
teknîk û sitrektûr û gelek tişêtin dî hene.
ez nzanim heta kîjan radey
raste kak Helgurd rêka vekirî û cemawerî ye, herwesa Selwa
jî ku rêka azade,
pris ewe ka rêka cemawerî û vekrî ye, yan rêka
azad çi ramanê digehînît?
Em di karîn wekî dî jî bêjîn, ku Helgurd,azad û Selwa vekiriye pirs ne ewe ji ber ku
qalbdana helbestvanî ye ez bawer dikem kû
her du dikarn vekrî bin, herwesa her du di karin azad jî
bin.
lê herdu helbestvanin û dengên xweş hene,
her du jî hêjane xudan ezmûnin, hevkarî jî geleka giringe dinavbera nivêser û helbestvanî da, hez dikem
bandoreka erînê peyda biken da kû bi karn
xwandevanê ektîv razî bikeyin.
Herwesa Selwayê got:
Min gelek cara guhdariya têksitên kak Helgudrî
kirîne lê piranya wan rexna siyasî û civakî bûyne.
lê em li ser wî tiştî rêkeftîn ku em karekê evînî
bo gencan bikeyin dûr ji rexna siyasî civakî.
bêguman karekê husa di navbera du kesan da ku di jêk cuda bi
hest û nest û xeyalên xwe ve karekê bi sanahî
nîne lê heza me bu peyiva kurdî hemî aluzî dinav bera
me da rakirin.
Raste her êk ji me kirasî li gurey hizrên xwe dikete ber helbestê lê armanca me armanceka
edebî ye.
Herwesa her li ser vî babetî Helgurd dibêjît:
Sebaret cudahiya şêwaza raste her êk ji me şêwazeke.lê bi
hizra min eve negirifteka mezine bu min û ez bawerim bu mamusta Selwa yê jî. li dûmahiyê
merema me her du kan ewe ku em xizmetekê bo texa aşq û evîndaran bikeyn
.
.
Sebaret helbjartinê û wê pirsa me ji Selwayê kirî ka bûçî kak Helgurd
sereray hebûna helbestvanên din bi şêwazê
wê dinvêsîn helbijartye bu çêkirina vî şêwazê du
qulî?
Selwayê got:
Selwayê got:
Bawerya min bi kak Helgurdî
hat ji ber ku tuvê helbestê
di gel kak Helgurdî heye û eger kesê Helgurdî pitir li ser hest nazikya peyvên xwe kar biket dê pitir
pêş kevît û peyva wî ya sade û nazik dê pitir
rolê xwe bînît.
Helgurd gencekê wêreke û wêrekiya wî
şîyaye cemawerekê mezin li wî kom ve biket
û ez jî ya xoşhalim bi karekê husa di gel
gencekê wekî wî
bikem.
Her heman pirsiyar me ji kak Helgurdî
kir ka bûçî Selwa ?
Helgurdî Got:
Selwa wîrek tirîn keçe min di warê edebiyatan da dîtî xwe ji ç tiştan nadete paş eger bizanît dê xizmeta
helbestê ket.
Her çende ez li temenekê zûrê biçûkim beramber wê lê ew bi
helbestên xwe ji min û ji zorbeya gencan genc tire.
Mêşkekê vebûy yê hey, ewa wê bawerî pê hey diket û guhdarya gotgotên xelkî
naket, hez ji nûkirinê diket, naxwazît karên wê wekî
yên kesê bin.
Her dîsan me ji Cutyar Temer wek mamostayê zankoyê ku
çenda rewa û guncaye ev du têkelkirnên jêk cuda peyda bibît navbirî got:
Eve tiştekê bi sanahî nîne ji
ber kû têksitên edebî ziman û
saluxet geleka bi zehmete li ayindeyê van her du rêka di gel êk bi guncînin û guncadina
her du binyatên edebî ji layê
şêwazî ve,
ji ber ku Helgurd bi zimanê mirovî yê kû mirov
dişêt bêjît zimanekê çêkrî yan huzana
çîrokî zimanê ( çîrokî ) ku jyana xelkî ya rojane hatye wergirtin beramber Selwa Gulî ku gelek hêma di hozana xwe da bikar dihînît wek regez bû
niyasînê renge ev her du xale di binyatê hozana
nûxaz da giringin û zimanê Helgudî zimanekê
sade û zimanê xelkî ye.
lê bi tenê Helgurdî bi rêka
hozanê û zimanê xelkî hozan nivîsîne
û çîrokên xelkî vegêrayne.
Ramana wî ne ewe ku
hozana cemawerî ya cudaye ji her
corekê dîtir, beramber vî çendê hozana Selwa Gulî
şiyaye bi hêmayên nûxazyê li dûv peyda biket û guhorînî
li têksitên xwe biket hêşta bo xuynerî
ev wênênin xwe li pişt peyvan veşartên diyar biket.
Li dûmahyê her du helbestvanan supasiyeka taybet bo
rêveberya radîoya Duhok bi giştî û Ferhad Umerî bi taybetî ji bo harîkarya wan û mandîbûna wan.
wekî ya xweya CD bi navê Bahuzek Ji Peyva bi şeş trakan pêkdihêt û her şeş
trak evînî ne û bi şêwê diyalêktîkî û hevrikiyane hatîne tomarkrin.
Li nêzîk helbestek dê jê hête klîbkirin û herwesa berhem jî dê belavebît.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar